Îlon 13, 2020 10:15 Asia/Tehran
  • Şêniyîn Xezeyê agir berdan wêneyên desthilatdarên Behreyn û Imaratê

Şêniyên Xezeyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî asayîkirina pêwendiyan navbera Mename û Ebûzebiyê digel Til Avîvê, agir berdan wêneyên desthilatdarên Behreyn û Imaratê.

Li gorî rapora malpera Times Israelê, Gelê Xezeyê êvara Şemiyê bi kombûna li navenda bajarê Dêyr Belehê, wêneyên Hemed bin Îsa Alê Xelîfe, paşayê behreynê şewitandin û asayîkirina pêwendiyên vî welatî û Rêjîma Siyonîst şermezar kirin û wek xencerek ji paş li ramana Filistînê dan zanîn.

Wan her wiha wêneryên Nêtanyahû, Trump, Muhemed Bin Zayîd û Muhemed bin Raşid Alê Mektûm jî şewitandin.

Di dewama xiyaneta welatên erebî li doza Filistînê, serokomarê Amerîkayê Donald Trump şeva borî di twittekê de ragihand ku Behreyn û Rejîma Îsraîlê li hev kirine ku pêwendiyên xwe asayî bikin.

Ev lihevkirina wan li cîhanê bi taybet li cîhana Îslamê û di nav raya giştî ya misilman û ereban  de rastî rexne û şermezarkirinên zav hat.

13 Tebaxa borî jî di encama hewldanên Trump ji bo asayîkirina pêwendiyên welatên erebî û Rejîma Siyonîstî, Îmaratê bi xiyanetkirina li armanc û doza Filistînê bi Rejîma dagîrker a siyonîstî li hev kirin ku pêwendiyên xwe bi tûm asayî bikin.

Grûpên Filstînî bi giştî ew şermezar kirin û Hemasê ew wek xelatkirina Îsraîlê ji ber cinayetên wê li dijî filistîniyan da zanîn ku ji bo filistîniyan û cîhana Îslamê û ereb  pir bi metirsî ye.  

Hewldana welatên erebî ji bo xiyaneta li Filistîniyan û asayîkirina pêwendiyan bi Rejîma Siyonîstî di rewşekê de ye ku ev rejîma bi salane filistîniyan dikuje û serkut dike û erdên wan dagir dikin.

 

Serepeyv