Îlon 12, 2020 00:09 Asia/Tehran
  • Trump: Îsraîl û Behreynê qebûl kirin pêwendiyên xwe asayî bikin

Di dewama xiyaneta welatên erebî li doza Filistînê, serokomarê Amerîkayê Donald Trump îşev ragihand ku Behreyn û Rejîma Îsraîlê li hev kirine ku pêwendiyên xwe asayî bikin.

Trump li Twitterê de nivîsiye ku Behreyn û Îsraîlê li ser asayî û normalkirina gişt pêwendiyên xwe li hev kirine.

Amerîka, Rejîma Siyonîstî û Behreynî jî di vê barê de daxuyaniyeke hevbeş dane weşandinê.

13 Tebaxa borî di encama hewldanên Trump ji bo asayîkirina pêwendiyên welatên erebî û Rejîma Siyonîstî, Îmaratê bi xiyanetkirina li armanc û doza Filistînê bi Rejîma dagîrker a siyonîstî li hev kiri ku pêwendiyên xwe bi tûm asayî bikin.

Ev lihevkirina wan li cîhanê bi taybet li cîhana Îslamê û di nav raya giştî ya misilman û ereban rastî rexne û şermezariyên zav hat.

Grûpên Filstînî bi giştî ew şermezar kirin û Hemasê ew wek xelatkirina Îsraîlê ji ber cinayetên wê li dijî filistîniyan da zanîn ku ji bo filistîniyan û cîhana Îslamê û ereb  pir bi metirsî ye.  

Wezareta derve ya Îranê jî Lihevkirina Îmaratê û Rejîma Îsraîlê şermezar kir û ragihand ku gelê mezlûm ê Filistînê û gişt welatên azad ên cîhanê ti caran asayîkirina pêwendiyabn bi Rejîma dagirker a Siyonîstî û hevkariya di warê cinayetên vê rejîmê napejirînin û nabexşînin.

Hewldana welatên erebî ji bo xiyaneta li Filistîniyan û asayîkirina pêwendiyan bi Rejîma Siyonîstî di rewşekê de ye ku ev rejîma bi salane filistîniyan dikuje û serkut dike û erdên wan dagir dikin. 

Serepeyv