Îlon 06, 2020 15:38 Asia/Tehran
  • Qudsa Dagirbûyî-Xwenîşandan li dijî Netanyahu îro jî berdewam kir

Dijberên serokwezîriya Benyamîn Netanyahû îro jî cardin ketin kolan û koçan û li bar mala wî civiyan û li dijî Netanyahu slogan avêtin û xwestin bila ew ji ser serokwezîriya Rejîma Siyonîstî îstîfayê bike.

Li gor Fars Newsê, Her diçe jimara xwenîşanderên li dijî Netanyahu zêde dibin û ew li ser daxwaza xwe ya wêdadayîna Netanyahu ji ser serokwezîriya Rejîma Siyonîstî îsrarê dikin.

Di van mehên dawiyê de erdên dagirbûyî bûn qada xwenîşandan û nerizamendiyên li dijî Netanyahu, ew ji ber gendeliyên aborî, malî û herwiha hewldanên Netanyahu yên lawaz di warê pêşîgirtina pandemya Koronayê nerazî ne û dixwazin ew zûka dev ji serokwezîriyê berde.

Xwenîander rexne li dosiyên gendeliya malî ya Netanyahu û jina wî digirin û dibêjin ku kabîna wî li girtina pêşiya Koronayê ti karekî bi bandor nekiriye, loma dixwazin ew werin mehkemekirin û Netanyahu jî ji ser serokwezîriyê were rakirin.

Netanyahu li mehên dawiyê ji ber 4 dosiyan di bin şopandina dadweriyê ye Dosiyên hanê di nav medyayê bi nqavên Dosya 1000, Dosya 2000, Dosya 3000 û Dosya 4000 tên nasîn.    

Serepeyv