Nîsan 03, 2020 09:11 Asia/Tehran
  • Li meha Adarê, Hevpeymaniya Siûdî 4428 caran agirbes li Hudeydê binpê kir

Kanala El-Mesîre ya Yemenê ji zarê çavkaniyên leşkerî ragihand li meha Adarê, Hevpeymaniya Siûdî 4428 caran agirbes li Hudeydê binpê kir.

Li gor ragihandina kanala El-Mesîre Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yehya Serî vê dawiyê pêgîrî kir ku Hevpeymaniya Siûdî ti caran li ser  agirbes li Hudeydê nesekiniye û got: Binpêkirina bi caran û berfire a agirbesê li parêzgeha Hudeydê ji aliyê dagîrkeran nîşan dide ku ew dixwazin şerê li dijî gelê Yemenê berdewam bikin û pirsgirêk û belengaziya vî gelê mezlûm zêde bikin.

Taxima yemenî ya dewleta îstîfakirî ya Yemenê û komên din ên ser bi Riyazê  bi taxima Ensarullaha Yemenê re bi navbeynkariya nûnerê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths  roja 13 Kanûna 2017 li Stokholmê paytexta Swêdê li ser damezrandina agirbesê li bendera Hudeydê ku riya sereke ya gihandina alîkariyan bo xelkê Yemenê ye li hev kirin û biryar hatibû dayîn ev agirbesa ji 18 Kanûna 2018 cih were, lê belê ji ber astengiyên ku Erebistana Siûdî çêkirine ev agirbesa ti caran bi awayekî tam cih nehatiye.