Êrişa Leşkerên Siyonîst ser Qudsê
Leşkerên Rejîma Siyonîstî duh êvarê êriş kir ser bajarokê El-Îsewiye ya Qudsa Şerîf.
Li gor IRIB Newsê, Leşkerên Rejîma Siyonîstî di vê êrişa xwe ser bajarokê El-Îsewiye ya Qudsa Şerîf bi dehan filistînî birîndar kirin û gelek ji wan jî girtin.
Çavkaniyên Filistînî diyar kirine ku Leşkerên Rejîma Siyonîstî di vê êrişê deber bi malên filistîniyan gazên hêstirrêj û gullên plastîkî avêtin ku bi dehan filistînî ji ber vê yekê tûşî xeniqîn û bêhntengiyê bûn.
Rejîma Siyonîstî ji bo bidestxistina hedefên xwe yên qirêj û nerewa her roj êrişî filistîniyan dike û hejmarek ji wan îehîd û birîndar dike û gelek ji wan jî digire û têx hews û zîndanan. Niha nêzîkî 6 hezar filistînî li zîndanên Rejîma Siyonîstî ne ku ji wan 62 kes jin û zêde ji 300 kes jî zarok in. Ev zînadî her roj tên şikencekirin û zêrandinê.