Muhemed Ebdusselam: Yemen êrişa dagîrkeran bê bersiv nahêle
Adar 30, 2020 10:45 Asia/Tehran
Serokê Desteya Muzakireyê ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê Muhemed Ebdusselam got: Artêş û Komîteyên Gel yên Yemenê êrişên dagîrkeran bê bersiv nahêlin.
Televîziyona Al-Mayadeen a Lubnanê ragihand ku Muhemed Ebdusselam duh got: Hevpeymaniya sagîrker a Siûdî roja berî viya 60 êrişên hewayî û îro yekşemê jî 20 êrişên hewayî li Yemenê cih anîn.
Ebdusselam got: Ger ev Hevpeymaniya êriş û operasiyonên xwe li Yemenê û dorpêşkirina welatê me kuta neke, Artêş û Komîteyên Gel amade ne bersivên giran û poşîmankir bidin wan.
Berdevkê Hêzên Çekdar yên Yemenê Yehya Serî jî duh xeber da ku di berteka êrişên Hevpeymaniya Siûdî de êrişa herî giran a balafirên bêpîlot û mûşekî ser bargehên leşkerî û binavahiyên Siûdî cih tê.