Adar 29, 2020 19:33 Asia/Tehran
  • Birîndarbûna çar filistniyan li kêleka rojava ya çemê Urdinê

Eskerên Rejîma Siyonîstî di dewama êriş û cinayetên xwe li kêleja rojava çemê Urdinê, çar filistînî birîndar kirin û şeş filistînî jî desteser kirin.

 Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, Hîva Sor a Filistînê di daxûyaniyekê de raghand ku eskerên Rejîma Siyonîst şeva buhurî êrişî ser gundê El-Tewane ya navça Yetayê li El-Xelîlê kirin û bi filistîniyan re ketin pevçûnê ku li encama vê pevçûnê, du welatiyên flistînî bi derba gulleyên eskerên vê rejîmê birîndar bûn û bi dehan filistînî jî ji ber gazên hêsirrêj birîndar bûn. 

 Eskerên Rejîma Siyonîstî her wiha li vê pevçûnê sê welatiyên filistînî girtin.

 Li encama êrişa eskerên Rejîma siyonîstî ser gundê Kefer Qudûmê li rojhilata Qilqiliyê du filistînî birîndar bûn û du nûgîhayên filistînî jî hatin desteserkirin. 

 Eskerên îsraîlî her wiha bi êrişa ser gundê El-Îsewiyê li rojhilata Qudsa dagirbûyî, nûgîhayekî filistînî girtin. 

 Ji dema ku Donald Trump serokkomarê Emerîkayê plana  nijadperestane ya  lihevkirina serdemê nimand, şîdeta Rejîma Siyonîstî li dijî filistîniyan zêde bûye.