Sibat 25, 2020 16:43 Asia/Tehran
  • Husnî Mubarek koça dawî kir

Serokomarê berê yê Misrê, Husnî Mubarek di temenê 91 saliyê de koça dawî kir.

Ev nûçeya di halekî da tê weşandin ku heta nika malbata Mubarek di vî warî de tu daxûyanîyek nedaye. Heta Ela Mubarek kurê wî yê mezin ku nûçeyên têkildarî rewşa tenduristîya bavê xwe li Twitterê belav dike, hîç bertekek nîşanî wê nûçeyê nedaye.

Ferîd Deyib parêzerê malbata Mubarek jî duh gotibû ku rewşa tenduristîya Husnî Mubarek piştî niştegerîya hundurîn giran bûye û ew di Pişka Çavdêrî û Lêşarbûna Taybet de hatîye razandinê.

Gelê Misrê di 25`ê Çilleya sala 2011`ê de rêjîma dîktatorî ya 30 salan a Husnî Mubarek sernixûn kir.