Sibat 21, 2020 17:42 Asia/Tehran
  • Riyaz Malikî: Ewropa nawêre Rêjîma dagîrker a Israîlê muhakime bike

Wezîrê karên derve yê Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê got: Ewropa nawêre ku Rêjîma Siyonîst ji ber plana Danûstandina Sedsalê muhakime bike.

Li gorî rapora roja Îniyê ya Fars Newsê, Riyaz Malikî, Wezîrê karên derve yê Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê her wiha got: Serokên Yekîtiya Ewropayê hewil didin ku bernameyekê bi armanca sekinîna li dijî plana Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê jibo Rojavaya Asyayê (Rojhilata Navînê) amade bikin, lê Yekîtiya Ewropayê nikare zextê bîne ser Israîlê û vê Rêjîmê neçar bike ku mafên navneteweyî berçav bigire.

Malikî destnîşan kir: Dema ku mijar têkildarî Israîlê be, hemî xalên mafên navneteweyî bêwate dibin û hin deng ji nav Yekîtiya Ewropayê tên bihîstin ku sekinîna dijî vê Rêjîmê qedexe dike.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê hevrê digel Bênyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rêjîma Siyonîst hat nav Koşka Sipî û plana xwe ya qaşo Aştiyê ya bi navê Danûstandina Sedsalê ragihand û got: Li gorî vê planê bajarê Qudsê dê paytexta yekparçe ya Rêjîma Siyonîst bimîne.

Li çarçova plana Danûstandina Sedsalê, Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 6ê Kanûna 2017an bajarê dagirkirî yê Qudsê wek paytexta Rêjîma sexte ya Israîlê da nasandin û qala biryara xwe jibo veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsê kir. Dewleta Amerîkayê roja Duşemiyê, 14ê Gulanê ev biryar cih anî.

Quds ji sala 1967an va di bin dagîrkeriya Rêjîma Siyonîst da ye.