Çile 13, 2020 17:08 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê: Îran di serê Bereya Berxwedanê da ye

Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got: Komara Îslamî ya Îranê di serê Bereya Berxwedanê da ye û mêrxasên Iraq, Sûriye, Libnan, Filistîn û Yemenê jî di vê bereyê da ne.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Ebdulezîz Bin Hetbûr, Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê her wiha got: Gelê Yemenê wek pêşengê bindest û umetên li ber êrişên dijminan li navçeyê, wê di qada sekinîna li hemberî êrîşên Amerîkayê da jî pêşeng be.

Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got: Hewildana hêzên zorbêj jibo pêkanîna bêtifaqîyê di navbera xelkên di bereya dijî Aemrîka û Israîlê da yê ser nekeve.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatine kuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.