Mijdar 29, 2019 09:25 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevaniyê yê Yemenê: Şerê rastîn li dijî desdirêjkaran despê nebûye

Wezîrê Berevaniyê yê Yemenê serleşker Muhemed Nasir Atifî duh êvarê li peyamekê ji bo hevpeymana dagîrker a Siûdî re got: Hîn şerê rastîn li dijî desdirêjkaran despê nebûye .

Serleşker Atifî li hevpeyvîna bi ajansa Seba re got: Her niha însiyatîva xebatê li meydana şêr li destê artêş û hêzên Komîteyên Gel yên Yemenê de ye û di dewamê de Hevpeymaniya Siûdî û Rejîma Siyonîstî hişyar kir: Ewlehiya cîhanê bi taybet ewlehiya aborî maye ser ewlehî û îstiqrara mayinde li Yemenê.

Serleşker Atifî herwiha got: Heke li bê dengiya cîhanê êrişên Hevpeymaniya Siûdî li dijî gel û welatê Yemenê berdewam bike, berjiwendiyên nîştîmanî û neteweyî yên welatên cîhanê bi taybetî berjiwendiyên aborî yên wan zêde ji wê dê ziyanê bikin ku qet fikra wê nedikirin.

Erebistana Siûdî, Îmaret û çend welatên din ên erebî ser navê Hevpeymaniya Erebî bi alîkariya Amerîkayê ji Adara 2015 ji erd û esmîn û deryayê şerekî giran li dij xelkê Yemenê dan despê kirin ku di encama wê de heya niha  zêde ji 16 hezar yemenî hatine kuştin û bi dehan hezar kes birîndar bûne û bi milyonan kes ji xelkê vî welatî  jî aware û bê mal bûne û xisarên giran li mal û avahî û binavahiyên yemeniyan ketine. Van desdirêjî û dorpêçkirina Yemenê ev welatê belangaz rastî kêmbûna xwarek û dewa û dermanan jî kiriye.

Di vî halî de Hevpeymaniya dagîrker a Erebî ji ber berxwedana gelê Yemenê ti sûdek ji vî şerê xwe yê neadilane nestandiye.