Mijdar 13, 2019 08:13 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên Filistînî bû 11

Bi şehîdbûna çar kesên din di êrîşa artêşa Rêjîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê, hejmara şehîdên filistînî di vê zîvalê da gihîşte 11 kesî.

Li gorî rapora kanala El Minara Libnanê, Çavkaniyê pizişkî yên Zîvala Xezeyê ragihandin ku firokeyên şêrr ên Rêjîma Siyonîst Sêşemiyê bi şev rojavaya bajaroka Bêyt Lahiyayê li bakurê Zîvala Xezeyê dan ber êrîşê ku di encamê da çar filistînî şehîd bûn.

Rêjîma Siyonîst berbanga Sêşemiyê bi êrîşa ser rojhilata Zîvala Xezeyê Beha Ebû Eta ji fermandarên Tevgera Cîhana Islamî ya Filistînê û jina wî şehîd kirin û sê kes ji wan du zarokên wan jî birîndar kirin ku halê wan jî xerab e.

Di van êrîşan da 45 kes ji wan 23 zarok jî birîndar bûn.

Berxwedana Filistînê jî wek bersiva êrîşan, heta niha zêde ji 190 rokêt û mûşek kewkî ser erdên dagîrbûyî kirine.