Cotmeh 30, 2019 17:55 Asia/Tehran
  •  Êrişa eskerên siyonîst ser kêleka rojava ya çemê Urdinê

Eskerên Rejîma Siyonîstî di dewama kiryarên xwe yên bi dijminatî êrişî ser hin navçên kêleka rojava ya çemê Urdinê kirin.

 Li gorî rapora Tesnîm News`ê, eskerên Rejîma dagirkira Qudsê siba çarşemiyê bi êrişa ser navçên curbicur ên kêleka rojava ya çemê Urdinê, 19 ciwanên filistînî bêyî kivşkirina  tawanên wan desteser kirin. 

 Li gorî amarên fermî yên Filistînê, hejmara zindaniyên filistînî li zindanên Rejîma  Siytonîstî gihêştiye 5700 kesî ku 230 zarok, 458 jin û 500 zindanî bêyî kivşkirina tawanên wan in. 

 Ji aliyê din ve eskerên Rejîma Siyonîstî jineke filistînî nêzîkî mizgevta îbrahîmî li El-Xelîlê bi mehna hewldana bo cihanîna  operasyona  berxwedanê dan ber gullan ku li encama jina hanê birîndar bû. 

Siyonîstan îdia kirine ku jina filistînî bi kêrê dixwest operasyona li dijî siyonîstan cih bîne.