Cotmeh 29, 2019 17:55 Asia/Tehran
  • Seid Herîrî ji posta xwe wêde çû

Bi dû nearamîyên di 13 rojên buhurî li Libnanê de, Serokwezîrê wî welatî ji posta xwe wêde çû.

Ligorî rapora Sky News`ê, Seidî Herîrî bi dû civîna îro ya digel partîyên sîyasî û işkesta muzakireyan wêdaçûna xwe ji posta Serokwezîrtîyê ragihand. 

Wî di axavtinekê de got ku me hewil da welêt ji xeteran rizgar bikin lê hewildanên me xitimîn. Ez nika diçim qesra Beibedayê ta ku wêdaçûna xwe raberî Serokomar bikim.

Herîrî herwiha got: Daxwaza min ji hemî gelê Libnanê ew e ku welêt biparêzin.

Eva 13 roj in ku xwenîşandan dijî rewşa aborî li Libnanê tên lidarxistin.