Îlon 20, 2019 17:46 Asia/Tehran
  • Mehmûd Ebas daxwaza rawestana Ewrûpayê li hember Îsraîlê kir

Mehmûd Ebas, serokê Teşkîlata xweîdarekir a Filistînê li sefera Norvejê ji vî welatî û Yekitiya Ewrûpayê xwest ku bi zext û zora ser Îsraîlê, pêşiya kiryarên neqanûnî yên vê rejîmê bigrin.

 Li gorî rapora Ajnasa Wefayê, Ebas duh li hevdîtina bi Êrna Solberg serokwezîra Norvejê re li Osloyê, li ser dawîn alûgurên Filistînê ji wan biryara  vê dawiyê ya Binyamîn Nêtanyahû serokwerzîrê Rejîma Siyonîstî derheq zêdekirina geliyê Urdinê û bakurê El-Behr El-Meyitê ser erdên dagirbnûyî gotûbêj kir..

Mehmûd Ebas, serokê Teşkîlata xweîdarekir a Filistînê daxwaza helwêsteke bi hêz ji aliyê Yekitiya Ewrûpayê bo paşdevekişyana Îsraîlê ji biryara xwe kir.

 Di eynî demê de, çarşemiya buhurî, Yekitiya Ewrûpayê bi daxûyaniyekê teqez kir ku hemî bajarok li erdên dagirbûyî yên Filistînê û bajarê Qudsê li gor qanûnên  navneteweyî neqanûnî ne.

 Yekitiya Ewrûpayê her wiha bal kişand ser vê yekê ku ji nêzîk va dê rewşa Filistîna dagirbûyî bişopîne û ji rayedarên Îsraîlê xwest ku pêbendê qanûnên navneteweyî bin.