Tîrmeh 23, 2019 17:37 Asia/Tehran
  • Brîtanyayê 648 miliyon Pond çek firote Erebistanê

Rojnama The Independent a brîtanyayî ragihand ku Londonê bêyî berçavgirtina babetên binpêkirina mafên mirovan li Erebistanê, di heyama şeş mehan da 648 miliyon Pond çek û alavên şêrr firotine vê rêjîmê.

Vê rojnamê roja Sêşemiyê nivîsî: Dewleta Brîtanyayê destûra firotina van çekan bo Erebistanê ji dema kuştina bi hovîtî ya Cemal Xaşiqçî va daye.

Vê rojnameyê her wiha ragihand: Rexnekir dibêjin ku tevî şermezarkirina tund a kuştina Cemal Xaşiqçî di gotinên rayedarên Brîtanyayê da, ji wan Jeremy Hunt, wezîrê karên derve, dewleta vî welatî ticareta digel Rêjîma Siûdî wek berê gellek normal domandiye.

Li gorî lêkolîna Kempeyna Dijayetiya digel Ticareta Çekan (CAAT), dewleta Brîtanyayê destûra firotina 648 miliyon Pond çekan bo Siûdiyan di mehên Cotmeha 2018 heta Adara 2019an daye.

Ev yek di rewşekê da hatiye weşandin ku rexnekiran vê dawiyê dewleta Brîtanyayê ji ber vexwendina Erebistanê bona beşdariya di civîna çekdarî ya Londonê di dawiya sala 2019an da rexne û lome kirine.

Rexneya ji firotina çekan bo Erebistanê li Brîtanyayê piştî wê yekê pirtir bûn ku derket holê ku hevpeymaniya Siûdî li Yemenê bi çekên Brîtanyayê yemeniyan dikuje.