Tîrmeh 21, 2019 16:49 Asia/Tehran
  •  Aloztirbûna rewşa xelkê Yemenê piştî kiryara destdirjkiran a rawestandina niftkêşan

Şêwirmendê wezîrê niftê yê Yemenê, kiryara hêza deryayî ya destdirêjkirên siûdî-emerîkî li girtina pêşiya derbasbûna niftkêşan nav bendera Hudeydê, sedema giranbûna qeyranê û dorpêça Yemenê da zanîn.

 Li gorî rapora televîayona  El-Minarê, Hesen El-Zayidî, şêwirmendê wezîrê niftê yê Yemneê, kiryara destdirêjkiran a rawesandina niftkêşan,binpêkirina qanûnên  mirovheziyê û qamûnên mafên  mirovan da zanîn û got: Ev tivdîr dibin sedema felecbûna jiyanê û zêdebûna buhaya ardûyê û her wiha xizmetguzariyan ku eva  jorayî asta heyîtiya welatê xizan û dorpêçkirî ya Yemenê ye.

 Ehmed Seîd Şemax serokê saziya raghandina aboriya Yemenê li bara rewşa nalebar û neînsanî li Yemenê hişyarî da û diyar kir: Ger rayedarên xwecihî nekaribin rêçareyekê peyda bikin, karesateke mezintir di rê de ye.

 Hevalbendiya  siûdî- emerîkî bi rawestandina  niftkêşan û girtina pêşiya derbasbûan wan nav bendera Hudeyda Yemenê, zext û zoreka giran disepîne ser xelkê vî welatî.

 Midehek berî niha Îstefan Endêrson, rêveberê nivîsgeha bernama cîhanî ya xwarekê ya Rêxistina NY, (WFP) li Yemenê raghand ku 12 milyon yemenî li ber xetera xela û birçîtiyê de ne.

 Her wiha Lise Grande, hevahengkira karûbarên însanî yên Neteweyên Yekbûyî li Yemenê jî hişyarî da ku dewama şêr li Yemenê dê xelaya  herî mezin a sedsalê pêk bîne.