Kanûn 16, 2018 14:57 Asia/Tehran
  • Agirbesa El-Hudeydê ji sibeya sêşemê despê dike

Çavkaniyên nûçeyan îro ragihand ku agirbesa di navbera aliyên şêr li Yemenê ji sibeya sêşemê li bendera El-Hudeydê dê despê bike.

Nûçegihanê Wall Street Journal Dain Nisenbaum ev nûçeya li rûpela xwe ya Twitterê daye weşandin û berpirsekî Ensarullaha Yemenê jî li gotûbêja bi Al-Jazeerayê re ew rast daye zanîn.

Çend saetan berî niha serokê Komîteya  Înqilaba Yemenê Muhemed Elî El-Husî gotibû ku nûnerê sekreterê giştî yê NY Martin Griffiths êvara şemê dema agirbesê li El-Hudeydê pêşkêşî desteya muzakireyê li Senayê dike, lê wî dema despêbûna agirbesê diyar nekir.

Komên yemenî roja pêncşemê li Swêdê li hevkirin ku li bendera Hudeydê agirbes were ragihandin û alîkarî bo bajarê Teazê despê bibin û şer û pevçûn li vî bajarî kêm bibin.