Dewama nerazîbûnên gelanî li Urdinê
Gelê Urdinê bona protstokirina dewama giranî û zêdebûna sermalê, mîna neraziyên fransî bi êlegzeran re derketin kolan û çarsiyan.
Li gorî nivîsa rojnama Ray El-Yewm`ê, gelê Urdinê roja çarşemiyê bona protestokirina siyasetên aborî û sermalî yên dewleta Urdinê li bajarê Erbedê li bakurê Urdinê xwenîşandan bi rê xistin.
Çavkaniyên herêmî û ewlehiyê raghandin: Xelkê nerazî bi êlegzeran re li yek ji kolanên bajarê Erbedê kom bûn û agir berdan lastîkên trimbêlê.
Li gorî vê raporê, daxwaziyên li Urdinê bona pêkhatina dewra teze ya nerazîbûnan zêde bûne.
Gelê Urdinê ji meha gulana buhurî ve dijberê pejirandina qanûna sermalê ser derhatê bûne ku dewam û berfirehbûna nerazîtiyan bû baîs ku kabîna berê bi serokatiya Hanî El-Melqî wêde here, lê bi desthilatbûna dewleta Umer El-Rezaz ev qanûna bi hinekî reforman, yekşemiya buhurî hat pejirandin û biryar e ji destpêka sala nû ya zayînî li Urdinê cih were.