Cotmeh 20, 2018 17:42 Asia/Tehran
  • Erebistan Û Imarat di serê bikirrin alavên sîxuriyê yên Îsraîlê da ne

Rojnama Siyonîst a Haaretz`ê (Haarêts) nivîsî: Behrêyn, Mîrekên Yekgirtî yên Ereb û Erebistanê peymanên mezin di warê kirrîna alavên sîxuriyê bi Rejîma Siyonîst re girêdane.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, rojnama Haarêtsê dinivîse: Îsraîl di pileya yekemîn a bikaranîna alavên sîxuriyê û guhdarîkirina bi dizî ve ye.

Li gorî vê raporê, alavên sîxuriyê îznê didin sîxuran ta ku bikevin nav rûpelên înternêtî û E- mailan yan jî telefonên berîkan yên hin kesan û agahiyên wan bi dest bixin.

Li gorî rapora malpera Siyonîst a Valêlayê, wezareta ewlehiya navxweyî ya Rejîma Siyonîst îzn daye du kompaniyên vê rejîmê ta ku xizmetên xwe yên di vî warî de bifroşine Erebistanê.

Herwiha Yossi Melman (Yûsî Milman), yek ji kesên nêzîkî sîstima ewlehiyê ya Îsraîlê, vê dawiyê aşkera kir: Kompaniya AGT International ku bazirganekî îsraîlî- amerkî wê bi rêve dibe, bi dewleta Imaratê re peymanên çend mîlyon dolarî di warê ewlehiyê de girêdane.

Rojnama Siyonîst a Yedioth Ahronoth`ê (Yedîot Aharanot) jî vê dawiyê aşkera kir: Kompaniyeka çalak a îsraîlî di warê istixbarat û sîxuriyê li Imaratê de ji bo parastina meydanên niftê û bargehên hestyar ên ewlehiyê, leşkeran perwerde dike.