Şehîdbûna ciwanekî filistînî li zindana Rejîma Siyonîstî
Civata hêsîrên filistînî li bara şehîdbûna ciwanekî filistînî li yek ji zindanên Rejîma Siyonîstî agahî da.
Li gorî rapora Fars News`ê, Wesam Ebdulmecîdî Bayif Şelalde ciwanê 28 salî yê filistînî ye ku vê sibê piştî tamilkirinasê bi salan işkence û zehmetiyan li zindana siyonîstan hat şehîdkirin.
Civata hêsîrên filistînî li daxûyaniyekê ragahnd: Şehîd Şelalde ji sala 2015an ve di zindana îsraîlî ya Eyalûnê de bû û îro hat şehîdkirin.
Didewama vê daxûayniyê de hatiye : Berpisrên Rejîma Siyonîstî vê sibê xebera şehadeta wî dan malbata Şeladê bêyî ku hûrgiliyên meselê ji wan re zelal bikin.
Civata hêsîrên filistînî li vê daxûyaniyê rayedarên Îsraîlê berpirsê şehadeta vê hêsîrê filistînî ragahnd û got: Berpirsê dewama cinayeta Rejîma Siyonîstî li heqê hêsîran, civaka cîhanî ye ku li hember wê bêdeng dibin.
Rayedarên filistînî bi caran ji rêxistinên navneteweyî daxwaza kirin ku bila seredana zindanên Rejîma Siyonîstî bikin û reftara wan bi zindaniyên filsitînî re bibînin lê heya niha tu encamek tinebûye.
Li gorî vê daxûyaniyê şehîd Wesam Şelalde çaremîn hêsîrê filistînî ye ku ji destpêka îsal ve di zindanên Îsraîlê tê şehîdkirin.
Li gorî amarên fermî nêzîkî heft hezar hêsrên filistînî li zindanên Rejîma Siyonîstî de ne kiryarên Rejîma Siyonîstî nîşan dide ku ev rejîma li bêdengiya civaka cîhanî li dû kuştina filistîniyan bi şêwazên curbicur e.