Îlon 19, 2018 17:59 Asia/Tehran
  • Henîye: Xwenîşandana Mafê Vegerê heta ibatlkirina dorpêça Gezzê dê berdewam be

Serokê nivîsgeha sîyasî ya Tevgera berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) pêgirî kir: Gelê Fiilstînê biryar daye bi xwîna xwe û parastina sînorên Gezzê, dorpêça dijminê sîyonîst ser vê zîvalê de sepandîye, bişkêne.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê, Ismayîl Henîye li merasima rakirin û definkirina şehîd Ehmer Umer li kempa Şatîyê li Gezzê got: Xwenîşana mezin a Mafê Vegerê li sînorên Zîvala Gezzê heta ibtalkirina dorpêça ser vê herêmê û kutakirina êş û zehmetîyên niştecihên wê dê berdewam be.

Henîye bi gotina vîya ku niştecihên Zîvala Gezzê biryar dane komployên dijminan bi dawî bînin, ragihand: Gelê leheng ê Filistînê derbasî şerê li du bereyan bûye , bereya şikandina dorpêça Gezzê û bereya mafê vegerê û qutbûna alîkarîyên darayîyê yên bo Ajansa Gîhandina Alîkarîyan û Peydakirina Xebatê ji bo Awareyên Filistînî (UNRWA) ku bi saya Danuistandina Sedsalê pêrgî komployeke bêmînak bûye.

Dewleta Amerîkayê di dewama kiryarên bikîn ên dijî gelê Filistînê de ragihand ku alîkarîyên darayîyê yên bo UNRWA`yê ku berpirsê dabînkirina hêsankarîyan û raberkirina alîkarîyên insanî bi bi milyonan awareyên filistînî tê hesêb, birrîne.

Li gorî plana amerîkî ya Danuistandina Sedsalê, Quds radestî Rêjîma Sîyonîst tê kirinê, awareyên filistînî yên li welatên din, idî nikarin bizvirin û Filistîn yê tenê xwedîyê erdên li Rexê Rojavaya Çemê urdinê û Zîvala Gezzê be.

Meşa Mafê Vegerê ji 30`yê Adarê ve hemî înîyan li Zîvala Gezzê tê lidarxistin û di encama êrişên leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarn wê de heta niha zêde ji 180 filistînî şehîd bûne û zêde ji 19 hezar kes jî birîndar bûn.