Tîrmeh 16, 2018 11:54 Asia/Tehran
  • Danûstandina veşartî ya Urdinê digel Rêjîma Siyonîst û Amerîkayê li ser Mizgefta Eqsayê

Rojnameya siyonîst a Israîl Hiyomê aşkira kir ku Urdinê li berdêla hevhatina digel zêxdekirina êrîşên siyonîstan li ser Mizgefta Eqsayê garantiya qeyûmtiya bi pawan û tekane ya xwe li ser wir ji Til Avîvê wergirtiye.

Israîl Hiyom rojnameya herî pirr hejmar a siyonîst roja Yekşemiyê bi aşkirakirina danûstandina nihênî ya Urdin, Israîl û Amerîkayê, nivîsî: Li ser esasa vê danûstandinê, li berdêla soza Til Avîv û Waşîngtonê ji bo girtina pêşiya serdestiya Erebistanê li ser şûnwarên pîroz ên fislitîniyan li Qudsê, Emanê jî soz daye ku çavê xwe li ser êrîşên her rojî yên siyonîstan li ser Mizgefta Eqsayê bigire.

Ev danûstandin piştî wê pêk hat ku Evdillahê Duyem paşayê Urdinê ji Israîlê xwest ku Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê razî bike dest ji alîkariya bo Erebistanê ji bo jêstandina serdestiya Urdinê li ser şûnwarên pîroz ên filisîtnî li Qudsê bikişîne.

Li gorî nivîsîna vê rojnameya siyonîstî, Şahê Urdinê ji Israîlê xwestiye ku rêzê li sozên xwe li ser esasa Lihevkirinameya Wadî Erebî derbarê mafê bi pawan ê Urdinê ji bo sergêrî û qeyûmtiya li ser şûnwarên pîroz ên filsitînî wek yek ji  çavkaniyên herî girîng ên rewatiya desthilatdariya malbata paşatiyê ya vî welatî bigire.

Bajaroknişînên siyonîst her rojê bi awayê bi qest êrîşî ser Mizgefta Eqsayê dikin. Ev şûnwarê pîroz bûye meydana tevgerên çekdar û bajaroknişînên siyonîst ji bo jinavbirina pênaseya îslamî û mesîhî ya Beytul Muqedesê û danîna hêma û sembolên siyonîsmê dewsa wan.