Tîrmeh 14, 2018 19:29 Asia/Tehran
  • Bi milyonan yemenî li dijî zorbêjîyê daketin kolanan

Bi milyonan kes ji welatîyên Yemenê bi boneya ``Roja qêrîna li hemberî zorbêjan`` bi durişmên ``mirin ji bo Amerîka``, ``mirin ji bo Israîlê`` û ``mirin ji bo binemala siûdî`` li parêzgehên Sena, Hudeyde, Seide, Hece û Umranê daketin kolanan.

Li gorî rapora Televîzyona Mesîrê, ev xwenîşandana bi boneya ``roja qêrîna li hemberî zorbêjan`` ku şehîd Hisên Bedredîn Hûsî di sala 2002`an de hilêxistibû, hat lidarxistin.

Hisên Bedredîn Hûsî rêberê şîeyên Yemenê li dijî bicihbûna leşkerên amerîkî li Yemenê bi heceta têkoşîna dijî têrorîsm û Al Qaidê serî hilda û di sala 2004`an de di encama pevçûna li hemberî leşkerên rêjîma berê ya Yemenê li parêzgeha Seidê şehîd bû.

Pişkdarên vê xwenîşandanê ragihandin: Ew ser serê Amerîka, Israîl û wan kesan de diqîrîn ku jin û zarokên yemenî dikujin û dê xelkên cîhanê bizanibin ku bi van qêrînan text û taca gendel, dîktator û zorbêjan dê bilerizin.

Ji hêla din ve hêzên yemenî piştî opêrasyoneke taybet li devera Cebelîyê li şarê Tehîtayê ser bi parêzgeha Hudeydê hin çeper xistin bin kontrola xwe û hejmarek maşînên lekerî û zêrêhî yên kirêgirtî û zorbêjan têk birin.

Erebistanê bi piştgirîya Amerîka, Imarat û çend welatên din ji 26`ê Adara sala 2015`ê va dest bi êrişa ser Yemenê kirîye û bi awayekî hevgav ev welata ji hêlên bejayî, deryayî û hewayî dorpêç kirîye. Di encama vê zorbêjîyê de heta niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştinê û bi dehan hezar kes jî birîndar û bi milyonan kes jî aware bûne.