El-Hûsî: Xerca mûşekên Yemenê kêmtir ji patriota siûdiyan e
Serokê komîta bilind a inqilaba Yemenê teqez kir ku xerca ku yemenî ji bo mûşekên xwe xerc dikin kêmtir ji diravan e ku siûdî bo mûşekên patriot xerc dike.
Li gorî rapora kanala Al-Alamê, serokê komîta bilind a inqilaba Yemenê roja pêncşemiyê bal kişand ser işkesta armancên destdirêjkirên siûdî got: Ensarullaha Yemenê însiyatîvek ji bo rawstandina êrişên mûşekî li hember rawestandina destdirêjiyên balefirên cengê yên Rejîma Siûdî xist rojevê da ku cîhan pêbihese ku Ensarullaha Yemenê li dû aşitiyê ye.
El- Hûsî teqez kir xelkê Yemenê bi îzet û mezinatî li van salan li hember destdirêjiya Emerîka, siûdî û hevpeymanên wan sekiniye. Eva li halekê ye ku hemî welatên ku îro Yemen dorpêç kirine gelê wan ji giranî û daketina nirxa pereyê xwe gazinde ne.
Serokê komîta bilind a inqilaba Yemenê got: Êşa gelê Yemenê ji ber dorpêçkirina welatê xwe ji aliyê welatên erebî ye ku di xizmeta planên Emerîka û Îsraîlê ne.
El-Hûsî di dewamê de got ku planên ku Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî ji bo serdestiya ser Bab Ul-Mendebê xistiye rojevê, pir bi talûke ye.
Erebistan û Îsraîlê li Yemenê berjewedniyên hevper hene û her du rejîm ji bo serdetiya ser riyên deryayî yên Yemenê bi hev re hevkariyê dikin û ev du rejîm ku bona kuştina xelkê bê guneh hevrikiyê dikin vê carê Yemen ji bo dubarekirina cinayetên xwe bijartine.
Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015` an dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.