Proja Rejîma Siyonîstî ji bo çêkirina 2500 xanîberên nû li kêleka rojava ya Çemê Urdinê
Wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîstî li bara çêkirina çend hezar malên nû li bajarokên kêleka rojava ya Çemê Urdinê agahî da.
Li gorî rapoa Fars News`ê, Avîgdor Lîbêrmen wezirê cengê yê Rejîma Siyonîstî got: Heftiya tê planek ji bo avakirina 2500 malên nû li kêleka rojava ya çemê Urdinê dê bipejirînin ku karê çêkirina 1400 ji wan dê demlidest destpê bibe.
Wezirê cengê yê Rejîma Siyonîstî bal kişand ser dewama çêkirin xanîberan û niştecihkirina siyonîstan li bajarokên nû yên kêleka rojava ya çemê Urdinê û got: Îsraîlê çêkirina xanîberan li her derê kêleka rojava ji bakur heya başûr li bajarokên biçûk û mezin dipejirîne û niştecihkirina xelkê li kêleka rojava û berfirehkirina bajarokan didomîne.
Dewama planên Rejîma Siyonîstî ji bo çêkirina bajarokên siyonîstî li kêleka rojava ya çemê Urdinê li halekê cih tê ku Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên yekbûyî, 23 kanûna 2016`an dengê erê da biryarnama ku armanca wê kutakirina bajarokçêkirinên Rejîma Siyonîstî li erdên dagirbûyî yên Filistînê ye
Rejîma Siyonîstî bi çêkirina bajarokên siyonîstnişîn li navçên filistînî dixweze ku pêkhateya nifûs û demografiya van navçana ser qezanca siyonîstan biguhere da ku dagirkiriya xwe li navçên filistînî tesbît bike.