Nîsan 21, 2018 10:29 Asia/Tehran
  • Rewşa qeyranî ya dermanê li Zîvala Xezeyê

Wezareta Tendurustiyê ya Filistînê li Xezeyê berbanga Şemiyê ragihand ku kêmbûna dermanê li Zîvala Xezeyê gihîştiye asta qeyranî,.

Li gorî rapora IRNAyê, Munîr El Berş, Rêvebirê giştî yê dermanxaneyên Wezareta Tendurustiyê ya Filistînê li Xezeyê bi gotina vê yekê ku rewşa dermanî û pêdiviyên paqijiyê li Xezeyê ji ber hejmara zêde ya birîndaran li pey nerazîtiyên vê dwiyê (Meşa mezin a Mafê Vegeriyanê) li vê zîvalê gihîştiye asta qeyranî, got: Ev rewş bûye sebeb ku şert û mercên gihndina hawarê bo birîndarên filistînî tûşî pirsgirêkê aniye.

El Berş ji tevahiya sazî û navendên tendurustî û paqijiyê yên navneteweyî xwest ji bo filsitandina beşa tendurustî û dermanî li Xezeyê bikevin tevgerê.

Li vî halî, Berdevkê Wezareta Tendurustiyê ya Filistînê êvara Îniyê ragihand ku li çaremîn Îniya meşa aram a Mafê Vegerriyanê çar filsitînî şehîd  û 645 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta tendurustiyê ya Filistînê, Eşref El Qedre bi bîr xist ku ev çar filistînî bi gulleyê çekdarên siyonîst şehîd bûn.

Meşa aram a Mafê Vegeriyanê ji 30ê Adara 2018an va bi boneya Roja Erdê li Zîvala Xezeyê dest pê bû û hema wisa didome.

Ji 30ê Adarê heta 20ê Nîsanê zêde ji 40 filistînî li vê meşê bi gulleyê çekdarên israîlî şehîd bûne û zêde ji 4000 ksî birîndar bûne.

Gellek ji welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê her wiha rêxistinên navneteweyî heta niha ev cinayetêîn Rêjîma Siyonîst şermezar kirine.

Meşa filsitîniyan li salvegera Roja Erdê biryara Rêjîma Siyonîst li warê desteserkirina erdên filsitîniyan di roja 30ê Adara sala 1976an da bi bîr dixe ku her salê tê lidarxistin.

Rêjîma Israîlê bi desteserkirina erdên filsitîniyan û avakirina bajarokên siyonîstnişîn têda dil heye nijyar û tevna cuxrafiyaya navçeyên filsitînî biguherîne û siyonîstan li van deveran bi cih bike dfa ku serdestîxwaziya xwe li erdên filistîniyan xurt bike.