Meqerên siûdiyan li Cîzanê û Necranê di bin êrişên giran ên hêzên yemenî da ne
Çavkaniyên yemenî li bara êrişên yemeniyan ser meqerên artêşa Erebistanê li Cîzanê û Necranê li başûrê rojava Erebistanê agahî dan.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Mêhr Newsê û ji zarê Sputnikê, çavkaniyeke eskerî li parêzgeha Sedeyê li bakurê Yemenê raghand: Hêzên artêşa û Komîteyên gelanî yên Yemenê bi mûşekên Katiyûşa û hawanê meqerên eskerên siûdî li navçên Ebû El-Mezê, El-Nemşîhê û Cehfanê li Cîzanê dan ber êrişan.
Vê çavkaniya yemenî her wiha diyar kir: Artêşê û KOmîetyênGelenaî yên Yemenê her wiha meqerên artêşa Siûdî û kirêirtiyênn ser bi Ebd Rebbê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê Yemenê li navçên El-Şerefe, El-Şebekê, El-Tebê El-Hemra, El-Hemad û Elîbê li Necranê dan ber êrişan.
Li gorî raghandina vê çavkaniya yemenî, meqerên kirêgirtiyn siûdî li Cewazatê û Cebel Seabhtalê li Esîra Erebsiatnê jî bi topxaneyên hêzên yemenî ketin ebr êrişê.
Êrişên Erebsiatnê bi piştgiriya Emerîkayê ser Yemenê derbasî sê saliay xwe bûye û ev êriş hema bêyî armanca siyasî û tenê bi dewama kuştina xelkê Yemenê û her wiha kavilkirina binavahiyên bingehîn ên vî welatî û li encamê, belavbûna nexweşiyên êpêdêmîk didome. Hêzên yemenî wek berteka li hemebr destdirêjkiran , meqer û navendên Rejîma Alê Siûd û kirêgirtiyên wî li Yemenê û nav axa Erebistanê didin ber êrişan.