Şehdeta welatiyê filisitînî li encama êrişa hovane ya bajaroknişînekî siyonîst
Welatiyê 65 saliyê filistînî ji bajarê Beyt Lehmê li başûrê kêleka rojava çemê Urdinê vê sibê şehîd bû.
Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, bajaroknişînên siyonîst du mehan berî niha bi trimbêla xwe pê li Ewde Husêyn Meleş li bajaroka El-Dûhayê li bajarê Beyt Lehmê kir.
Nezal Meleş kurê vî şehîdî destnîşan kir: Bajaroknişînê siyonîst dema vegeryana ji kar bi qest ajot ser bavê wî û ji cihê bûyerê revî.
Cinayetên Rejîam Siyonîstî li dijî welatiyên filsitînî li bêdengiya civakên navneteweyî bi piştgiriyên Emerîkayê zêde bûne.
ji 6 Kanûna 2017`an û ji dema kiryara Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ya bi fermî naskirina Qudsê wek paytexta Rejîma Siyonîstî, bi dehan filsitînî ji aliyê siyonîstan şehîd bûn.
Pêştir jî taxim karûbarên hêsîran a Filistînê raghand ku ji dema raghandina biryara li dijî Qudsê ya Trump, siyonîstan 562 zarokên filistînî li Qudsê û li kêleka rojava ya çemê Urdinê girtine.