Berdevkê artêşa Yemenê: Di rojên bê de yê destdirêjkir hîn zêdetir matmayî bimînin
Şeref Luqman, berdevkê hêzên çekdar ên artêşa Yemenê got: Piştî êrişa mûşekî ser meqerên eskerî, aborî û binavahiyên li Riyaz, Cîzan, Necran û Esîrê li rojên pêşber emê zêdetir destdirêjkiran ecîbgirtî bikin.
Şeref Luqman çarşemiyê şevê li gotûbêja bi kanala El-Mesîreyê bal kişand ser vê yekê ku hêzên yemenî dizanin ku çawa êrişî ser teşkîlatên eskerî û aborî yên dijmin bikin û got: Piştî êrişên mûşekî yên roja çarşemiyê artêşê û komîteyên gelanî xwe ji bo qonaxên bihêztir amade dikin.
Şeref Luqman, berdevkê hêzên çekdar ên artêşa Yemenê bal kişand ser vê yekê ku artêşa Yemenê ji her wexteke din bihêztir e û got: Êrişa balefira cengê ya Qasifê ser balefirgeha Ebhayê pêngaveke stratejîk ji bo jordebirina hêza mûşekî li beşa xebitandina balefirên bêfirokevan bû.
Yekîna mûşekî ya Yemenê, roja çarşemiyê balefirgeha Ebhayê li Esîra Erebistanê û teşkîlata niftê ya Aramkoyê li Cîzanê dan ber êrişan.
Yekînên mûşekî û komîteyên gelanî yên Yemenê her wiha raghandin ku Wezareta berevaniyê ya Erebistanê û meqerêndin li Erebistanê bi mûşeka Berkana H2 yê dan e ber êrişan. Avahiya saziya belavkirinê ya şîrketa niftê ya Aramkoyê û cihên din li vê navçê jî bi mûşekên bi bira kêm ên balistîka Bedrê 1 ketin ber êrişan.