Adar 15, 2018 17:56 Asia/Tehran
  • Ebas vexwendina Trump ya ji bo beşdariya li civîna Rizgariya Gazê qebûl nekir

Hin çavkanî El Heyatê re ragihandin ku serokê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê, vexwendina Amerîkayê ya bona beşdariya li Civîna Waşîngtonê ya ji bo Rizgariya Gazê red kir.

Li gorî rapora ISNA`yê, ev çavkanînyane li hevpeyvîna bi rojnama El heyat a Londonê re, ji bilî ku bal kişandin ser qebûlnekirina vexwendina Donald Trump, serokomarê Amerîkayê ya bona beşdariya li civînekê li Waşîngtonê ji bo Rizgariya Gazê ji aliyê Mehmûd Ebas ve, ragihandin, Teşkîlat vê civînê destpêkek ji bo cihanîna danûstandina sedsalê ya Amerîkayê bona pêkanîna welatekî ku navenda wê Zîvala Gazê û hin pişkên Perrava Rojavayî ya Çemê Urdinê ye û herwiha kivşkirina rêberekî dewsgir ji bo Filistînê da zanîn.

Çavkaniyên hanê herwiha ragihandine: Ebas piştî biryara Trump ya li bara bi fermînaskirina Qudsê wekî paytexta îsraîlê û veguhestina balyozxana Waşîngtonê bo vî bajarî hevgavê ragihandina pêkhatina Îsraîlê di sala 1948`an de, biryar daye ku li hember dewleta Amerîkayê bisekine. Ebas dizane ku dewleta Amerîkayê wê bersiva hemî kiryar û biryarên wî yên wek boykotkirina Waşîngtonê û pêşwazînekirina ji proje û planên ku ew pêşniyar kirine, bide.

Ev çavkanî pêgîrî kirin: Mehmûd Ebas, pêşbînî kirin ku Amerîka li dû bi dawîanîna Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê li vê qonaxa pirr bi xeter e.