Adar 14, 2018 14:00 Asia/Tehran
  • Parlemana Filistînê: Aşitiya Neteweyî, bersiva herî baş ji bo teqîna li Gazayê ye

Meclisa qanûndaner a Filistînê û komên filistînî kiryara sebebkarên teqîna li ser riya karwanê serokwezîrê dewleta Hevgirtina Neteweyî û serokê saziya îstixbarata Filistînê li zîvala Gazayê ev teqîna şermezar kir.

LI gor nûçeya navenda Ragihandinê ya Filistînê, nivîsxaneya meclisa qanûndaner a Filistînê li daxuyaniyekê de diyarkiriye ku mirovên tirsonek bi vê kiryara xwe ya qirêj yekitiya netewê Filistînê kirine hedef û bersiva rastîn ji bo vê cinayet û kiryarê berdewamkirina hewldanên ji bo aşitiya neteweyî ye. li vî halî de divê sebebkarên vê cinayetê jî werin girtin û sizakirin.

Bereya Gel ji bo Azadiya Filistînê jî li daxuyaniye xwe de ragihand ku teqîna bombê li Gazayê nîşan da ku pêkanîna aştiya neteweyî û yekitiyê û jinavbirina neyarî û duberikiyê ji her tiştî ji filistîniyan re pêwîst e da ku bi yekbûna teşkîlatên filistînî rê li ber kiryarên dijminan yên li dij Filistînê were girtin.

Bereya Berxwedanê ya Gelê Filistînê jî li daxuyaniya xwe de diyar kir ku hedefa cinayeta li Gazayê ji bo bêencamkirina hewldanên Misrê ji bo pêkanîna aşitiya neteweyî  ye . Herwiha hewldanên wiha ji bo xirabkirina rewşa nav Filistînê pêk tên ku evana gişk ser xêr û kara Rejîma Siyonîstî ne.

Berdevkê wezareta navxwe ya Filistînê got: Roja sêşemê li dema sefera serokwezîrê Dewleta Hevgirtina Neteweyî ya Filistînê bo Zîvala Gazayê karwanê rayedarên filistînî bû hedefa teqîna bombekê.