Sibat 19, 2018 17:21 Asia/Tehran
  •  Dadgeha Behreynê dengê xwe da hilweşandina civata  El-Wifaqê

Dadgeha îstinafê ya Rejîma Alê Xelîfe, hukmê dawî û eseh a betalkirina îzna xebata civata El-Wifaqê wek liv û tevegra siyasî ye dijber a herî mezin da.

 Rojnama  El-Eyamê ya Behreynê li hejmara xwe ya îro  ya duşemiyê nivîsî: Dadgeha venêhrînê du daxwaziyên  venihêrîna civata El-Wifaqê û Wezareta dadweriyê ya Behreynê li bara vê civatê û mal û milkên  wê red kirin.

  Vê rojnamê her wiha raghand: Ev dadgeha Behreynî şikata hilêxistî ji aliyê El-Wifaqê û hilkolandina wê, qebûl kir û  hikmê ewilî piştrast kir û yên şikatkirî bi dayîna  xercên  şikatê û 100 dînar wek xercên  hiqûqî neçar kir.

 Pêştir dadageheke Beherynê li 17 Tîrmeha 2015`an  hikmê têkbirina  civata  El-Wifaqê û zevtkirina  mal û milkên  vê komê û guhestina wê  bo xizîna  dewletê dabû.

 Dadgeha îdarî ya Behreynê jî li 14 Çilla 2016`an  demlidest fermana  girêdana meqerên  civata  El- Wifaqê û blokebûna hemî darayiyên  ku tên guhestinê û yên ku nayên guhestinê, yên vê komê û guhestina wê bo xizîna dewletê da.

Behreyn ji 14 Sibata 2011an  ve şehedê nerazîbûnên gelanî li dijî Rejîam  Alê Xelîfe ye. Gelê Behreynê adxwaza azadî, damezrandian  edaletê û rakirina  tebîz û cihêrengiyê û bi desthilatbûna  dewleteke  biajrte li welatê me kir.