Xwenîşandana filistîniyan li Xezê di heftemîn îniya xezebê li dijî biryara Trump de
Xwenîşandana filsitîniyan li Xezeyê di heftemîn îniya xezebê de ji bo protestokirina biryara Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ya li bara Qudsê hat lidarxistin.
Li gorî rapora El-Alamê, xelkê Xezeyê, roja îniyê bi derketina nav kolanên vî bajarî cardinê biryara serokkomarê Emerîkayê ya ragahndina Qudsê wek paytexta Rejîma Siyonîst şermezar kirin.
Beşdarên vê xwenîşandanê sloganên `` mirin jibo Emerîkayê``, `` mirin jibo Îsraîlê``, qêrîyan.
Armanca lidarxistina xwenîşanadna xezebê li navçên curbicur ên kêleka rojavaya çemê Urdinê û Xezeyê di rojên îniyê de, raghandina kîn û nifretê ji biryara Trump a li bara Qudsê ye. Piştî kiryara 6 kanûna 2017`an a Donald Trump serokkomarê Emerîkayê derheq ragahndin Qudsê wek paytexta Rejîma Siyonîst û ragandina fermana guhestina balyozxana Emerîkayê ji Telavîvê bo Qudsê, filistîniyan jibo protestokirina vê biryarê întifaza Qudsê destpê kirin.
Piştî berfirehbûna nerazîbûnên li hember biryara dewleta Emerîkayê li dijî Qudsê, Civata Giştî ya NY, 21 Kanûna 2017`an biryarnemeyek bi 128 dengên Erê, 9 dengên Na û 35 dengên Bêalî pejirand ku li gor wê NY Quds wek paytexta Rejîma Siyonîstî bi fermî nas neke.