Tewsiya Erebistanê li dadwerê emerîkî li bara redkirina şikatên li dijî Riyazê li bara êrişên 11 Îlonê
Erebsiatnê ji dadwerê emerîkî xwest ku bila şikatên li bara desthebûan vî welatî li êrişên 11 Îlonê hilnekole.
Li gorî rapora roaj îniyê ay IRIB Newsê, çavkaniyên nûçan raghandin ku vê dawiyê Riyazê ji dadwerê emerîkî xwestiye ku şikatênli dijî pipiştgiriya Erebistanê ji sebebkarên êrişên 11 Îlona 2001an li Emerkayê red bike.
Di eynî demê parêzerên siûdî li Emerîkayê îdia kirin ku nivîsgeha lêkolînên federal û Ajansa îstixabara navendî ya li Emerîkayê heya niha nekarîne hegerên eshe û qahîm peyda bikin ku bi kêrî dadgewhê werin ku bikaribin piştgiriyên Riyazê ji sebebkarên êrişên 11 Îlonê îsbt bikin. Eva li halekê ye ku parêzerên malbatên goriyên êrişên 11 Îlonê dibêjin ku Erebistan ji riya saziyeke xêrxwaziyê piştgiriya aborî daye komên terorîstî.
li 11 Îlona 2017`an û li 17 mîn salvegera êrişên terorîstî ser bircên cêwî yên Emerîkayê, belavoka emerîkî ya Niyoyork Postê li bara keşfkirina belgeyên nû li bara rola balyozxana Erebistanê li Emerîkayê li bûyera 11 Îlonê agahî dabû.
Piraniay karzanên siyasî bawer in ku xebatên Erebistanê li nav û li derve nîşan didin ku piraniya terorîstên navçê û cîhanê, bi eslê xwe siûdî ne an bin bandora hizr û bîrên wehabî yên Erebistanê de ne û ji aliyê Alê Siûd ve piştgiriya aborî û çek û sîlehî dibin.