Xwenîşandana jinên kedkar li Gazayê jibo dijberiya li hember biryara Trump
Komîteyên karê jinan li zîvala Gazayê li xwenîşandanekê piştgiriya giştalî ya Emerîkayê ji rejîma dagirkirê Qudsê û nasandina vî bajarî weke paytexta Îsraîlê şermezar kirin.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRIB News`ê, komîteya karê jinan li xwenîşandana li dijî emerîkî û li dijî îsraîlî ya xwe li Gazayê li biryarnameyekê 10 rêçare jibo rawestana li ber siyasetên dijminên Filistînê raber kirin.
Li vê daxûyaniyê amaje bi nerazîbûnên berfireh ên cîhanî li hember biryara serokomarê Emerîkayê derheq nasandian Qudsê weke paytexta Rejîma Siyonîstî hatiyekirin û hatiye destnîşankirin ku hemî metew dikarin bi zexat ser dewetên xwe,pêşiya her cure baştirkirina peywedian tev Îsarîlê û paşdevekişyna Donald Trump ji biryara xwe ya bi kerb û kîn bigrin.
Sendîkaya komîteyên karê jinan li Gazayê li vê biryarnamê, siyaseta nû ya Emerîkayê weke ragahndina şerê nû li dijî gelê Filistînê da zanîn û ji berpirsên filistînî xwest ku li hember xeter û dûhatên vî şerê bisekinin.
Derketina ji hevhatinnama Slowê, rawestandina hewahengiyên ewlehiyê tev rejîma dagirkir, boykota aborî ya Îsraîlê, rawestandina muzakireyên lihevkirinê, pêwîstiya dewama întifazê û berxwedanê, navneteweyîkirina mafên neteweyî û qewmî ya Filistînê ji mijarên biryarnama xwenîşandana komîteyên karê jinan li Gazayê ye.