Mijdar 24, 2017 18:21 Asia/Tehran
  • Li Misrê êrişî mizgevtekê hat kirin, herîkêm 50 kes hatin kuştinê

Li parêzgeha Sîna li bakûra Misrê mizgeftek rastî êrişa bi çekan hat û di encamê de zêdetirî 300 kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, çavkanîyên ewlehîyê yên Misrê ragihandin: Îro piştî nimêja îniyê, li gundê “Roze” li rojavayê bajarokê Erîş li bakûrê devera Sîna ya Misrê, mizgeftek rastî êrişa bi çekdan hat.

Li gorî agahiyan, destpêkê teqîneke xwekujîyê qewimî paşê komek kesên çekdar êrişî mizgeftê kirin. Tê gotin ku heta niha herî kêm 50 kes di wê bûyerê de hatine kuştin û zêdetirî 120 kes jî birîndar bûne, di nav kuştî û birîndaran de karmendên asayişê jî hene.

Hela tu komekê berpirsîya vê êrişê nedaye ustîyê xwe lê parêzgeha Sîna li bakûra Misrê cihê çalakîyên komên têrorîst ji wan koma Ensar Beyt ul Muqedesê ye ku di Mijdara 2014`an de ligel koma têrorîst a DAIŞ`ê beyet kir û navê xwe guherî û danî Wilayet Sîna.

Vê koma têrorîst heta niha gellek êriş li parêzgeha Sînayê pêk anîne.