Mijdar 24, 2017 13:31 Asia/Tehran
  • Li bakûrê rojavaya Pakistanê bombek teqiya

Di encama teqîna bombekê li bajarê Pîşawera li bakûrê rojavaya Pakistanê de, du polîs hatin kuştin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xîn Huayê, mêdya xwecî ya Pakistanê, roja îniyê ragihandin, di encama teqîna bombekê li navçeya Heyat Abada bajarê Pîşawera navenda eyaleta Xêyber Pextûnxûwayê li bakûrê rojavaya vî welatî de, rayedarekî payebilind ê polîsê Pakistanê ser navê Mihemed Eşref Nûr, ligel parêzvanê wî hatin kuştin.

Di vê operasyonê de trombîla polîs bi tamî teqiya û ji nav çû.

Heya niha tu komekê berpirsyariya vê êrişê negirtiye ustiyê xwe.

Eyaleta Xêyber Pextûnxûwa, yek ji eyaletên bê ewleh ên li bakûrê rojavaya Pakistanê tê hesêb ku para zêde ya hêzên Taliban li wê eyaletê ne.