Cinayeta nû ya Erebistanê li Yemenê/ 17 sivîl hatin kuştin
Mijdar 17, 2017 20:45 Asia/Tehran
Li encama êrişa îniyê şevê ya balefirên cengê yên Rejîma Siûdî ser bazarekê li navça El-Cerê li bajarê Ebesê, ya parêzgeha Heceyê, 17 yemenî hatin kuştin.
Li encama vê êrişê hejmarek yemenî birîndar bûn. Halê hin birîndaran xirab hatiye ragihandin.
Berêvariya îniyê jî balefirên cengê yên siûdiyan bi êrişa ser ûtûbûseke rêwiyan li navça Xemîs El-Waizatê li bajarê Zehreyê ya parêzgeha Hedîdê li rojava Yemenê, şeş yemenî kuştin û 8 kseên din birîndar kirin.
Erebistan bi piştgiriya Emerîkayê ,Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015`an êriş kiriy ser Yemenê û hevgav ev welata dorpêça bejahî, deryayî û hewayî kiriye. Şerxwaziya Erebistanê li Yemenê bûye sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan hezar yemeniyan.