Li encama bombebarana taxa ticarî ya li Heceyê 17 kes hatin kuştin
Li encama êrişa hewayî ya Erebistanê ser taxkeke ticarî li parêzgeha Heceyê li bakurê rojava Yemenê, 17 kes hatin kuştin.
Li gorî rapora Fars News`ê, Erebistana Siûdî îro taxekek ticarî li parêzgeha Heceyê li bakurê rojava Yemneê bombebaran kir ku eva duwem cinayeta îro ya Erebistanê li rojava Yemenê tê hesabê.
Kanala El-Mesrîrê ragihand ku li encama vê êrişa hewayî, 17 kes ji welatiyên yemenî canê xwe ji dest dane.
Çavkaniyên herêmî yên yemenê dibêjin ku taxa ticarî ku Erebistanê roja îniyê bombebaran kiriye ketiye navça El-Cerrê li Ebesa parêzgeha Heceyê.
Balefirên siûdî vê sibê jî mînîbûsek li taxa Xemîş El- Waizatê li navça El-Zehreyê ya parêzgeha Hedîdê li rojava Yemenê dan ber bombeyan.
Li yekim cinayeta îro ya Erebistanê li rojava Yemenê, şeş kes ji xelkê sivîl ên yemenî hatin kuştin û heşt kesên din jî birîndar bûn.