Gotûbêja telefonî ya paşayê Urdinê tev serokkomarê Tirkiyê li bara mizgevta El-Eqsayê
Paşayê Urdinê li peywendiya telefonî tev serokkomarê Tirkiyê rewşa aloz a bajarê Qudsa dagirbûyî û destdirêjiyên Rejîma Siyonîstî li mizgevta El-Eqsayê hilkolandin.
Li gorî rapora Fars Newsê, dîwana paşatiya Urdinê raghand ku Ebdullahê dudiyan , paşayê Urdinê tev Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê bi telefonê gotûbêj kir û rewşa Qudsa dagirbûyî hilkolandin.
Li daxûyaniya dîwana paşatiya Urdinê hatiye ku Ebdullahê dudiyan li vê peywendiya telefonî hewldanên Urdinê ibo peydakirina rêçareya destxwe ya qeyrana pêkhatî li herema Qudsa Şerîf û vekirina tam a mizgevta El-Eqsayê ser nimêjkirên filistînî hilkoland.
Ebdullahê dudiyan her wiha şeva derbasbûyî tev Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî jî bi telefonê gotûbêj kir û û rewşa Qudsê û mizgevta El-Eqsayê hilkoland.
Ajansa Urdinê, Pêtrayê raghand ku Ebdullahê dudiyan li vê peywendiya telefonî ser pêwîstiya rakirina gêytên hatûçûnê ji derbasgeên mizgevta El-Eqsayê û dubarenebûna destdirêjiyên siyonîstan li mizgevta El-Eqsayê û pêwîstiya parastina rewşa dîrokî û qanûnî ya Qudsa Şerîf tekez kir.
Li gor peymana aşitiyê ya wajokirî navbera Urdin û Rejîma siyonîstî li sala 1994`an , Urdinê mafê çavdêriya ser karûbarên olî yên Qudsê heye û dayira Ewqafa Qudsê jî bin çavdêriya wezareta Ewqafê û karûbar û nirxên pîroz ên Îslamî yên Urdinê xebatê dikin.