Tîrmeh 24, 2017 13:09 Asia/Tehran
  • Baregehên DAIŞ`ê li Dêyrezora Sûriyê hatin bombarankirin

Firokeyên Şêrr ên Artêşa Sûriyê baregehên têrorîstên DAIŞ`ê li Dêyrezorê li rojhilata vî welatî dane ber bomban.

Li gorî rapora IRIB News`ê, çavkaniyên nûçeyan ên Sûrî roja Duşemiyê ragihandin ku li êrîşa Firokeyên Şêrr ên Artêşa Sûriyê li Dêyrezorê, xisar û ziyanên giran ên malî û canî li çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê û çend baregehên wan ketin.

Opêrasiyona Firokeyên Şêrr ên Artêşa Sûriyê li aliyê Dêyrezorê bû sebeb ku amor û alavên seretayî yên Palîngeha nifta DAIŞ`ê bê rûxandin.

DAIŞ`ê ev nifta ji bîrên niftê yên Badiye Buqrûsê li dorhêla rojhilatî ya Dêyrezorê didizî.

Rayedarên herêmî li Dêyrezorê jî ragihandin ku gelê Dêyrezorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê serî hildane û ciwanên vê deverê navenda mêdyayî ya DAIŞ`ê li gundê Hetleyê şewitandin.

Çend kes ji serçeteyên DAIŞ`ê ji vê deverê revîne.

Li vî halî, hêzên çekdar ên Sûriyê çend navçe li çar kîlomitriya bakurê meydana niftî ya El Hîlê li derdora Tedmurê azad kirin û hejmareke çeteyên DAIŞ`ê kuştin.