Tîrmeh 24, 2017 12:51 Asia/Tehran
  • Rêjîma Alê Xelîfe bi gazên jehrî êrîşî ser gel kir

Hêzên ewlehiyê yên Rêjîma Alê Xelîfe şeva buhurî li hin navçeyên behrêynê bi gazên jehrî êrîşî ser xwenêîşandean kirin û gelê ku bi nîşana piştgiriya ji rûhaniyê derecebilind ê Behrêynê, şêx Îsa Qasim, derketibûn kolanan, kirine armanca êrîşên xwe.

Li gorî rapora Al-Alemê, li vê xwenîşandanê, beşdaran li ser dewama serhildana Behrêynê û djayetiya digel siyasetên Rêjîma Alê Xelîfe pêgirî kirin.

Li vî halî gelê Behrêynê li navçeyên Belad El Qedîm, Sitre û Senabesê jî ji bo piştgiriya ji girtiyên siyasî ji wan Êlyas El Mela ku di rewşa hestiyar xerab a bedenî da ye, xwenîşandan bi rê xistin.

Behrêyn ji meha Sibata sala 2011`an va bûye qada nerazîtiya aram a dijî Rêjîma Alê Xelîfe.

Gelê Behrêynê daxwaza rêformên siyasî, azadî, cihbûna edaletê, wêdadayîna cihêkariyê û desthilatdarbûna dewleteke bijartî ji aliyê gel va li welatê xwe dikin.

Lê Rêjîma Alê Xelîfe hertim bersiva nerazîtiya wan bi serkutkirinê dide.