May 29, 2017 12:00 Asia/Tehran
  • Hejmara goriyên Nerxweşiya Kolêreyê li Yemenê zêde bû

Saziya Cehanî ya Tendurustiyê hejmara goriyên ji ber tûşbûna bi Nexweşiya Kolêreyê 473 kes da zanîn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Saziya Cehanî ya Tendurustiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku ji dema  vegeriyana nexweşiya Kolêreyê bo Yemenê di dawiya Cotmeha 2016`an da zêde ji 52 hezar babetên şikbar ên tûşbûna bi vê nexweşiyê hatine tomarkirin.

Li gorî daxûyaniya vê saziyê, di du rojên buhurî da zêde ji 13 hezar babetên şikbarê tûşbûna bi nexweşiya Kolêreyê li 19 parêzgehên Yemenê hatine dîtin.

Saziya Cehanî ya Tendurustiyê du rojan berî viya hejmara goriyên Nexweşiya Kolêreyê li Yemenê 420 kes û babetên şikbar ên tûşbûna bi vê nexweşiyê 42 hezar kes dabû zanînê.