May 27, 2017 14:34 Asia/Tehran
  • Amerîka vîze neda Salih Mislim

Hate ragihandin ku Amerîkayê vîze nedaye Hevserokê PYDê Salih Mislim, loma ew nekariye beşdarî konferansa hevkariya kurd-Amerîka bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn li Washingtonê, bibe.

Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê yaTirkiyê, ji ber nedana vîzeyê Salih Mislim ji ser Skype ve beşdarî konferansa hevkariya kurd-Amerîkayê bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn li Washingtonê bûye. Mislim ragihand ku çekdayîna rêveberiya Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bo YPGê biryarekê dîrokiye û got: "Em hevî dikin ev hevkarî di warê siyasetê de jî zêdetir bibin."

Mislim wiha pê de çû: "Piştî rizgarkirina Reqa û Mûsilê DAIŞ bi dawî nabe. Şer dê dewam bike. Em wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li aliyê koalîsyona navdewletî ne. Bi saya vê yekê em ji şerên dirêj dewam bikin re amade ne. Tenê serê xwe dayîna çekên giran bes nîne. Em dixwazin di warê siyasî de jî têkliyên xwe bi Amerîkayê re pêş bixin."

Di vê navberî de li ser pirsa hûn çima li vê dere nînin, Salih Mislim eşkere kir ku Amerîka serlêdana vîzeyê bo wî red kiriye. Serlêdana vîzeyê ya 2015an yê Mislim ji aliyê rêveberiya Barack Obama ve hatibû redkirin.