Peydakirina çekên amerîkî û siyonîstî li Humsa Sûriyê
Yekîneyên endazyarî û kavilkirinê yên artêşa Sûriyê, roja îniyê, mûşekên amerîkî û hawanên ku Rejîma Siyonsît çêkirine li taxa El Weira Humsê li rojavayê Sûriyê dîtin.
Li gorî rapora Ajsana fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA), yekîneyên kavilkirinê, dema paqijkirina taxa El Weira bajarê Humsê, gellek çekên wek mûşekên Kobra, Lav, Katyûşa, xerc û mûşekên RPG û gellek çekên sivik û giran dîtin û zevt kirin.
Herweiha bombe, mayîn, hawan, hawanavêj, maske, dûrbîn, tifingên qenase û êlekên dijî gulle jî li tawa El Weirê peyda bûne.
Di wan rojên buhurî de kamyoneka bombekirî û bombeyên tijî madeyên kîmyayî di vê taxê de keşif bûn û hatin pûçkirin.
yekşemiya buhurî bi sedan terorîst û malbatên wan di çarçoveya koma dawîn de, ji taxa El Weira bajarê Humsê derketin. Bi derketina koma dawîn a terorîstan û malbatên wan ji taxa El Weir, bajarê Humsê ewleh bûye û ji çekan vala hatiye ragihandin.
Li agirbesa sala 2014`an, terorîst ji taxên xelktêde yên bajarê Humsê vekişyan, lê navçeyên wek El Weirê hîn di destên wan de mane. Bajarê Humsê sêyemîn bajarê mezin ê Sûriyê piştî Şama paytext û Helebê li bakûrê vî welatî ye.