Lavrov: Em Hizbullahê rêxistineke terorîstî nizanin
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê got ku Hizbullah li gor daxwaza dewleta Sûriyê çûye vî welatî.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê û ji zarê kanala nûçan a Rûsiya El-Yewmê, Adil El-Cubeyr wezîrê karên derve yê Erebistanê û Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê piştî hevdîtina li Moskowayê li civîna hevpar a rojnamevaniyê beşdarî kirin.
El-Cubeyr li vê civîna rojnamevaniyê got ku bi şêwirîna navbera Erebistan û Rûsiyê dê piraniya pirsgirêkan çareser bibin û her du alî derfetên mezin jibo cihhatina hin destkevtan heye.
Lavrov jî tekez kir ku welatê wî pi hewl dide mesela Sûriyê ku derbasî qonaxeke nû jî bûye , çareser bibe.
Wezîrê karên dreve yê Rûsiyê tekez kir ku her dualî hin derfet jibo gihêştina bo rêçareya qeyranên Sûriyê û Yemenê hene û her wiah em hewil didin ku li gorî qanûnên navneteweyî û plana erebî mesela Filistînê çareser bikin.
Her wiha Lavrov got : Em Hizbullahê wek rêxistineke treoîstî nizanin û mayîna vê hizbê li Sûriyê mîna mayîna hêza hewayî ya Rûsiyê ye ku ser deweta dewleta rewa ya Sûriyê cih hatiye.
Adil Cubeyr îdia kir ku hegerên eşkere hene ku nîşan didin Hizbullah û Sipahê Pasdaran tu cih û şûnek li cîhana ereban tine ne.
Lavrov got ku tiştê ku hûn jêre dibêjin, paqijkirina nijadî li gorî hevhatina navbera hikûmeta Sûriyê û neyaran cih hatiye.
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê li bara êrişa kîmyawî ya Xan Şêxûnê got : Diviya berî cihanîna boykotan, lêkolîneke berfireh li bara bikaranîna çekên kîmyawî cih were û em daxawaza avakirina komîteyeke bêalî ya anvneteweyî jibo lêkolîna li vî warî ne û welatên rojavayî li hember pêkanîna vê komîtê pirsgirêk çêkirin.