Zêdebûna hejmara kuştiyên êrişa hewayî ya Tirkiyê ser parêzgeha Hesekê
Li gorî rapora France Pressê ji Beyrûtê, çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê ku dijberê dewleta Sûriyê û navenda wê li Londonê ye, ragihand ku kuştiyên êrişa hewayî ya Tirkiyê ser meqera Yekînên parastina Gel (YPG) li bakurê rojhilata Sûriyê zêde bûye û gihêştiye 28 kesan.
Ramî Ebdulrehman serokê çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê roja çarşemiyê diyar kir ku li encama êrişa hewayî ya duh a Tirkiyê ser meqera fermandehiya YPG li parêzgeha Hesekê herîkêm 28 kes hatin kuştin ku piraniya wan ji şervanên kurd in.Li encama vê êrişê her wiha hejmarek ji kedkarên navenda ragihandinê ser bi YPG canê xwe ji dest dan.
Ramî Ebdulrehman tekze kir ku herîkêm 19 kes jî li encama êrişa hewayî ya Tirkiyê birîndar bûn ku halê hin ji wan xirab e.
Çavkaniyên nûçan pêştir hejmara kuştiyên êrişa hewayî ya Tirkiyê, 20 kes raghandibû.
Balefirên cengê yên Tirkiyê siba roja sêşemê bi dehan car meqera erkantiya fermandehiya YPG li nêzîkî bajarê Dêrikê li parêzgeha Hesekê bombebaran kirin.