Piştgiriya Rûsiyê ji damezrandina agirbesê li Sûriyê
Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê û nunerê taybet ê Rêxistian NY li karûbarên Sûriyê ser pêwîstiya xurtkirina agirbesê li Sûriyê tekez kirin.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê, Gunadî Gatîlof alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê li hevdîtina tev Îstefan de Mîstora nunerê taybet ê NY li karûbarên Sûriyê li Ceneva Swîsrayê li bara agirbesê û pêvajoya hevkariya rêxistinên navneteweyî li pêvajoya paqijkirin Sûriyê ji maynan hilkolandin.
Gatîlov û De Mîstora her wiha li bara pêvajoya çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê bi dewama muzakirên siyasî gotûbêj kirin.
Sûriye ji 5 salan berî niha ve ji ber bicihbûna grûpên terorîstî û piştgiriya welatên rojavayê û hin welatên navçê ji wan, rastî qeyranê hatiye.
Li encama pevçûnên li Sûriyê û kiryarên grûpên terorîstî heya niha bi hezaran kes hatine kuştin û bi milyonan kes jî aware bûne.