Nîsan 25, 2017 14:40 Asia/Tehran
  • Salih Muslim: Balafirên Tirkiyê bê destûra koalîsyonê nikarin li wir bifirin

Hevserokê PYDê Salih Muslim derbarê êrişa hewayî ya Tirkiyê ser Şingal û navendên PYD li bakurê Sûriyê ji Spûtnîkê re ragihand ku balafirên Tirkiyê bê destûra koalîsyona li dij DAIŞ`ê nikarin li wê herêmê bifirin.

Hevserokê PYDê Salih Muslim ji bo êrişa ser herêmên Şingal û navendên PYD li bakurê Sûriyê ji ajansa Spûtnîkê re got: "Balafirên Hêzên Hewayî yên Tirkiyê bêyî destûra koalîsyonê nikarin li wê herêmê bifirin. Di encama êrişê de ji hêzên YPGê û ji hêzên Pêşmerge jî kuştî û birîndar hene, divê hêzên koalîsyonê ji bo vê êrişê daxuyaniyekê bidin."

Di encama êrişên balafirên Tirkiyê ya Şingalê de li gorî daxuyaniya malperê fermî ya PDKê ji hêzên Pêşmerge 5 kuştî û 9 birîndar û ji hêzên YBŞê jî 1 kuştî û 4 kes jî birîndar bûn. Herwiha YPGê jî di daxuyaniya xwe ya ji bo êrişa herêma Qereçoxê de got: "Di encama êrişê de saziyên me yên leşkerî hedef hatin girtin û kuştî û birîndarên me hene û em ê navên wan paşî eşkere bikin." Li gorî YPGê balafirên Tirkiyê Radyoyê Dengê kurdên Sûriyê jî bombebaran kiriye.

Salih Muslim di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Em li benda êrişa hewayî ya Tirkiyê bûn. Ji xwe Tirkiye her roj gundên kurdan li kontonên bakûrê Sûriyê bi tank û topan bombe dikir. Lê me hevqas hêvî nedikir. Me hêvî nedikir ku wê bi 26 balafiran êriş bikin. Balafirên Hêza Hewayî yên Tirkiyê bêyî destûra Hêzên Koalîsyona Hevpeyman a li dij DAIŞ`ê nikarin vê êrişê pêk bînin. Divê koalisyon ji bo vê êrişê daxuyaniyekê bide."

Muslim di dirêjiya axaftina xwe de got: "Bêyî destûra koalîsyonê çawa balafirên Tirkiyê dikarin li herêmê bifirin. Divê koalisyon daxuyaniyekê bide û mijarê zelal bike. Di êrişê de agahiya wan hebû an na? Vê êrişê çawa dinirxînin. Ev êrişa Tirkiyê wê bandorê li operasyona Reqqayê jî bike û dibe bibe sedema krîzekê."